jeudi 18 octobre 2018

Ji Vir û Qamişlo *

                                                                             
 Pênûs di nava tiliyan de, kaxiza saya li ber min. Çav noqî dûr, dûr tibabekî. Mejî mişt mişt li min kumişiye, mejî deşo; ji his û geryana bi mij û moran a bûneweriyê, li dû “wez”ên bêwerz, li dû serencamên Binxetkirî. Li dora dûr û nêzê diherim û têm, lêbelê tu tişt li rû-pelê saya nayê xêzê.

 Her peyv, pênase, wate, sembol, sîma, kurtepist, pirs û bersiv, li bayê bezê, li şîpekê, bêqonax û bêduryan hiş dibin di bîreke agirîn wer dikin; vedikin dil bi du birînên Binxetî: Qamişlo û Mihemed Şêxo...
 Bêliv im, pêkar û refleksên min bi min ve nayên, pênûs nakêlime, pel saya. Nayê tu kiras li vê bejnê, li vê balê.
 Li kefa dêst dinêrim: Qamişlo; li mûma ku dihele diwerêvim: Sînemaya Amûdê;  li sûretê ku li dîwêr e dinêrim Mihemed Şêxo; li têlên sînoran diherim; Helebçe Helebçe û zerahî û bêhna sêvan...
 Wêdetir mirin, xalî ye mirin bi qasî kewareke mozanqirtkan! Kerrdengiyeke xumam, qerqeşûn û pêvedan e wêdetir...
Wêdetir bergehên belek belekî, roya ku li xezebê hilatî, deng, lewlew, derbendên ‘ecacokê, gêjgerînekeke reş û spî ye wêdetir.
Mirin, tirs, term, mirî, lûle, cênîk, xwîn, saw, birûsk, kevir, kevkanî, baran, ax, şev, darbest, girî, dûriyên balûpal û derba kuştinê, derba kuştinê, derba kuştinê... bi bêhnekê’r min bêhnfetiskî dihêlin.
 Wêdetir zilm, postal, xerdel, bêxwedîtî, bêXwedatî, bênavî, sirgûn, mişextî, bêpiştî, berbelavî... sînor, û sînor, û sînor.
 Revek li xwe, li xwezayê, li amaje û sûretan, -hewante hewante.
                 Halanek li dil, li tiliyan, li pênûsê: Pel hê spî spî, rû reş reş.
 Tu tişt naniqute, nawerêve.
 Tu tişt ne tu, her tişt ne tişt.

 Hebe nebe hisandin; li Qamişlo, li Helebçe, li Sînemaya Amûdê, li Mihemed Şêxo, û li “derdên ku nayên jimarê.”
 Hebe nebe Felek, êş, Nesrîn, du çav, du birînên ku digirîn, sewta kedirî, Bisk û qêrînên di kerrika guhê Xwedê de lal û lalûte.
Hebe nebe li ber barana çarhêl a vî Agirî, li ber mûma vemirî, li ber sewta kedirî, li bin Asîmanê ku ji mêj ve ye hîç û tu car li me nagirî: DILGIRÎ DILGIRÎ DILGIRÎ
 Hebe nebe Navê Bênaviyê; hebe nebe Bavê Felek û Hezkirin, her û daîm, û daîm û daîm.
DILGIRÎ, bi wê hêviya ku tu pê dihedirî, Qamişloka min!

  
 Pênûs hê jî di nava tiliyan de, kaxiza li ber min saya. Çav noqî dûr, dûr tibabekî; biferzînin ji vir û Qamişlo..!
 
                             12-03-2008

Nîşe: ev nivîs berî hinga di Diyarname.com ê de weşiyaye.

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire