Pênûs di nava tiliyan de, kaxiza
saya li ber min. Çav noqî dûr, dûr tibabekî. Mejî mişt mişt li min kumişiye,
mejî deşo; ji his û geryana bi mij û moran a bûneweriyê, li dû “wez”ên bêwerz,
li dû serencamên Binxetkirî. Li dora dûr û nêzê diherim û têm, lêbelê tu tişt
li rû-pelê saya nayê xêzê.
Affichage des articles dont le libellé est mêrsîn. Afficher tous les articles
Affichage des articles dont le libellé est mêrsîn. Afficher tous les articles
jeudi 18 octobre 2018
vendredi 18 mai 2018
Beytika Biçûk: Edith Piaf
“ ’Ezîze Teresa, Îsayê zarok: Terka min mekin,
terka min mekin!.
Hêzê bidin min, dixwazim hê hebim, hê û hêtir bijîm; naxwazim kor bibim, dixwazim birevim, birevim...wekî berê!.”
Hêzê bidin min, dixwazim hê hebim, hê û hêtir bijîm; naxwazim kor bibim, dixwazim birevim, birevim...wekî berê!.”
Edith Giovanna Gassion; ango jiyaneke bi
bûhran, hinekî Fransaya kaotîk, hinekî romans, û dengekî dinyayî li kolanên
Bellevîlleyê, li Parîsê. Keçeke sinoq î ji rehm û dilhebîniya dê û bav yekcar
bêpar. Li xewleyên jiyanê bêperwaz û parastin. Mezinbûneke bixweber î bêhemd, û
derbideriyeke li navê -ku di her jena dil de, wateya tenahiyê ne kêmî ya mirinê
ye li ba-la wê.
Inscription à :
Articles (Atom)