jeudi 26 juillet 2018

Mêrga Ku Digirî* Ango Çîroka Elenî



              Sal 1922 ye. Îzmîr bi destê Roma Reş tê şewitandin û Yewnaniyên ku hem xwediyê wê û hem şêniyên wê ne, tûşî zilmeke nebînayî dibin û ji neçarî direvin, ango ber bi bajarên navendî yên welatê xwe ve dibin penaber.

             Qerqeşûnê vegirtiye her derê û terr û hişk daye ber xwe. Li Yewnanistanê halê tunebûnê li dar e. Serbare jî vî halê tunebûnê zik li ber dêv e û bi şer û pevçûnan wilo ducanî ye ku bêlome be! Ji hêlekê ve di nava welêt de xirecireke navxweyî rû daye û Asiyan serî li ber pergalê û artêşê hildaye û ji hêla dîtir ve jî zext û pêkûtiyên dereke yî darbidest, li erka desthilatdar kiriye çeqoberî!
 
 Elenî keçeke Yewnanî ye. Li ber destan mezin bûye. Temen li dor sêzde-çardehan e. Lê bextreşî û bêsiûdiyê ji mêj ve ye ew kiriye bendeya xwe. Hê nûbalix e û dûrî çax û benga xwe ye. Spîroyê ku ew mezin kirî, wê li xwe mar dike. Wê jî dil daye lawê Spîro -mixabin navê lawê Spîro di fîlm de hîç nayê bilêv kirin! Salekê du salan, bi zor û sed belayî didebire. Du lawên cêwî bi navê Yannî û Yorgî  jê çêdibin. Spîro ji bo ku derdor wî şermezar nekin, wan dide malbateke bêzarok. Rojekê Elenî dide dû dilketiyê xwe -lawê Spîro- û pê re direve Selanîkê! Sê-çarsalekî bi pişt re, Elenî bi herdu lawên xwe ve digihên hev.
 
             Mêrê Elenî -lawê Spîro- muzîsyenek e ku akordiyonjeniya wî hêjayî pesnê ye. Ligel Nîkosê kemanjen derdikeve tavernayan. Nîkos ji konservatûara Îzmîrê mezûn e. Di vê navberê de Marcos muzîsyenê herî bi nav û deng e û ji behremendiya lawê Spîro bi hay e. Marcos ji bo çend bernameyan li Emerîkayê, tê vexwendin. Wî jî bi xwe re dibe. Mêrê Elenî li Emerîkayê ji hêla muzîkê ve bi ser nakeve. Tev li artêşa Emerîkayê dibe da ku bikaribe bibe hemwelatî û Elenî û herdu zarokan bixwaze.

             Elenî jî ji sedem ku Asî vehewnadiye tê girtin. Çend salên sax girtî dimîne, paşê tê berdanê. Elenî hêvî ji mêrê xwe birriye. Di vê navberê de Yannî û Yorgî mezin bûne, Yorgî beşdarî Asiyan û Yannî jî beşdarî artêşa Yewnan bûye û li dijî hev şer dikin. Rojekê ji rojan careke dî tên Eleniyê dibin û diherin, lê ne ji bo girtinê; Yannî di lêkdana bi Asiyan re de, jiyana xwe ji dest daye û cendekê wî jî nehatiye dîtin loma! Şeple bi Eleniyê dikeve û ziman lê digere;
             Qet ava min tune, sabûna min tune. Ji bo ez ji zarokên xwe re nameyekê binivîsim, kaxiza min tune. Unîforma diguherin; hûn cûn li xwe dikin, gardiyan reş!..
 
             Navê min Elenî. Ji ber ku min Asiyek vehewandiye ez li vir im. Hûn min bi ku ve dibin? Gardiyano! Ava min tune, sabûna min tune. Ji bo ez ji zarokên xwe re nameyekê binivîsim, kaxiza min tune. Unîforma diguherin; Alman kesk li xwe dikin, ma tu Alman î gardiyan!?.

  Di 1944 an de, çaxa ku mirovan li meydanan serketina welêt pîroz dikirin, ez jî li wir bûm. Hûn min bi ku ve dibin? Unîforma diguherin; ma tu Îngiliz î gardiyan? Nexta gulleyekê çi ye, nexta xwînê çi ye? Hemû unîforma heman in gardiyan, gardiyan…

 Navê min Elenî. Ji ber ku min gerilayekî birîndar veşart ez li vir im. Gardiyan ez li sirgûnê me. Ez penaber im û ji her derê hatim vederkirin. Ez ew keça sê salî me ku li îskeleyê digiriya gardiyan, gardiyan...” **

 “Melekek rabû çû şûşeya îksîrê bi ser serê dinyalikê ve dakir. Wê rojê toqa naletbariyê kete stûyê benîadem. Li ser şûşeyê sûretê şeytên hebû  û benîadem peristiyê.” ***

...

Û ew roj ev roj e, şer li her derê şer e, şerrûd li her derê şerrûd e! Nav li tu derê, li tu deverê lê naguhere, heman e; ŞER! Ji xwe re sebeb e; sebebeke dereke navê ji bo hebûna wî ji bilî şerrûdiyê. Bêsebeb heye, bê wext e û nola toqa naletê ji bilî xwediyê xwe, bi her kes û tiştî ve dialiqe. Guh miç e, nola gurekî har û dilbipirç e. Bi xwînê radibe, bi xwînê rûdinê. Nalebar û nicis e. Li mêrga kezebê rûdinê û jê dixwe, dimije û dikoje ta ku zuha bike. Hemû çîrokên jê mayî têkbirin, êş, taq û birînên ku di sîng û berê de, di dil û kezebê de vedike li her derê heman in.
            Axir û encama wî bi heman reng û dengî tê vegotin, her û daîm: tunekirin tunekirin tunekirin!..

 *: Mêrga Ku Digirî navê fîlmê derhênerê Yewnanî Teo Angeluopulosê bêta ye ku çîroka Eleniyê ji xwe re kiriye mijara sereke.
**: ji devê Eleniyê
  ***: ji devê Nîkosê kemanjen

Têbinî: ev nivîs berî hinga di Diyarname.com de weşiyaye.

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire