dimanche 10 février 2019

Berfanbar

“wext dereng e
xew şîrîn, şi’îrîn
te xew divê, min bêdengî, li vî derengî
tu zû mezin bû, te zû hez kir ji axê
me’j xweliyê, li vî derengî.
..."

Berfanbar e, borebor e  seqemê, nal dubare.
Şûr ko ye nabire, bi berfê disûm bi berfê disûm.. Bêar e birîn, kul li hundir e…wekî  bîreke bêbinî -an nola devê mar e?

Berfanbar e, biratî bi min diare… berfê bi daw dikim. Û bi dev dikim vê birîna ji min û bi hundir ve:

…xwe ragire rêwiyo, peng û hêdî  
bila bitewe sî, bistewe hênikahî
hingê bide rê
da li dû te li ba bibe, liyana destê êvarê
Ez bi vî dengî ketî distrêm; bi strîneke derengketî û bi mayina li şûnewaran.. Şeş wext in, dengê min diçe, tê û li min vedigere;

“...te zû hez kir ji axê me’j xweliyê...”

Şeş salên sax in ku katjimêr tê pê dide li 12 û 12’yan, gewrî li min dixîze. Û nola têla kemaneke kedirî, dixwe ji zemên -axîn çilo ji Can bixwe, a wilo...

Kêlî dikoje movikên bedewiyeke bêmirad. Şeş wext in xedar xedar xwe dikuje ziman. Wext hê jî bi heman bextî ye; dizîzike!

Heyat e, bêta difîkîne şeş wext in, weku li bê bifîkîne şebiskên şêbelekeke şêt û mirin dipeke ji ber leza wextê, lerz vedigirê, li kêlîkê vedilîze ax!

Derz li avê dikeve, dişikên çavên min, bê wext in -bi mirinê ve çê gihane.

Dest min daye bi axê, sûr e kêvirê kêlê. Zanim sar e kevir, sartir e ji mirinê.
Lê tahltir e mirin, ne tu zar e;
mirin ne tu ziman e!

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire