vendredi 18 mai 2018

Beytika Biçûk: Edith Piaf



 “ ’Ezîze Teresa, Îsayê zarok: Terka min mekin, terka min mekin!.
 Hêzê bidin min, dixwazim hê hebim, hê û hêtir bijîm; naxwazim kor bibim, dixwazim birevim, birevim...wekî berê!.”

 Edith Giovanna Gassion; ango jiyaneke bi bûhran, hinekî Fransaya kaotîk, hinekî romans, û dengekî dinyayî li kolanên Bellevîlleyê, li Parîsê. Keçeke sinoq î ji rehm û dilhebîniya dê û bav yekcar bêpar. Li xewleyên jiyanê bêperwaz û parastin. Mezinbûneke bixweber î bêhemd, û derbideriyeke li navê -ku di her jena dil de, wateya tenahiyê ne kêmî ya mirinê ye li ba-la wê.

vendredi 11 mai 2018

ji Îlhan Berk du helbest-2

mêrikê ku ber û berê keviya tavîn dimeşe

peyayek ber û berê keviya tavîn dimeşe 
siyê girtiye bi dêst, pev re ne
asîman vikîvala