vendredi 18 mai 2018

Beytika Biçûk: Edith Piaf



 “ ’Ezîze Teresa, Îsayê zarok: Terka min mekin, terka min mekin!.
 Hêzê bidin min, dixwazim hê hebim, hê û hêtir bijîm; naxwazim kor bibim, dixwazim birevim, birevim...wekî berê!.”

 Edith Giovanna Gassion; ango jiyaneke bi bûhran, hinekî Fransaya kaotîk, hinekî romans, û dengekî dinyayî li kolanên Bellevîlleyê, li Parîsê. Keçeke sinoq î ji rehm û dilhebîniya dê û bav yekcar bêpar. Li xewleyên jiyanê bêperwaz û parastin. Mezinbûneke bixweber î bêhemd, û derbideriyeke li navê -ku di her jena dil de, wateya tenahiyê ne kêmî ya mirinê ye li ba-la wê.



 Bejna qutikî, kurtepista huznê, yan jî beytika peyarêyan, Beytika Biçûk! Deng û bîreweriyeke bêguman têrkarîger û xwedî asoyên nûansîf; hem ji muzîka fransewiyan û hem jî ji muzîka ewropayê bi giştî. Stranbêja herî navdar a stranên evînî! Di her strana ku strayî de eklên ciyawaz, wateyên dîtir û helbet romantîzmeke Pîafane! 
 Li hêlekê jiyaneke ku hê di cenînê de lebikî; ku hîç jî ne nola romansên wê romantîk, lê û belê têra xwe huzunbar û nevrotîk.
            Koranî, evînên merezî, husranên bêemsal, çend zewac û êşa kezebê bi ser de hatin. Helbet çi wekî jinekê, çi jî wekî hunermendekê bi serboriya xwe ve giha; têr êşiya, têr helak bû, lê jê havilî jî!
 Li hêla dîtir, jineke jinane ku bi qasî jiyanê girîft û xaçepirsane; azad, dirrinde, alozîhez, livbaz û zexm; zexm û ‘asî bi qasî kuçeyan!
            Bohem bi qasî Baudelaire; bêpaxav bi qasî Nerval, û tibabekî ‘asîtir ji Rimbaud! Û danheva pirr tiştên dîtir, ku nayên gotinê, galegalê.
 Di 1915’an de li Bellevîleya Parîsê hat dinê. Hê 2 salî bû, diya wê ya li kuçeyan stranbêj, ku digot “ez ê bibim stranbêjeke pirr bi nav û deng”, terka wê kir û da dû baboka xwe! Bavê wê kontorsiyonîst bû (şovmenê aîrobîkê-mêrikê vezelokî), ku ew jî ne kêmî dê bû! Di 4 saliya wê de, menenjîtê lêxist û her du çavên wê hitim kor kir. 2 sal bi şûnde, ji qewlê wê ve “mûcîzeyeke nebînayî” qewimî û çav lê vebûn! Strana ewil di 12 saliya xwe de stra. Li kabareyan demeke dirêj kar kir, çi stranbêjî, çi paqijî, çi firaxşoyî... 18 salî bû zewicî, û keça wê Marcelle çêbû. Marcelle hê 2 salî bû, menenjîta ku li çavên Pîafê hat rehmê, îcar li kezeba Piafê (Marcelleyê) hat xezebê û Marcelle kir ax!.. Di 20 saliya xwe de, di rojeke ku dîsa li kuçeyê distra de, Louis Leplêe ew keşif kir û nav lê danî Edith Piaf; û ew ro ev ro ye, Edith Piaf her daxilî jiyana me ye!
***
Êş û evînê û kolanên Parîsê ew kir Edith Piaf!
Li dûr an li nêz, dera ku dilê wê lê jeniya: Parîs;

Birîna wê ya bêcirr î hîç nekewiyayî: Mirina Marcelleyê;

Bîranîna wê ya herî jinane: Ramûsana ‘Ewil;

Rengê wê yê herî favorî: Şîn;

Dengê pîanoyê: Dengên Xwezayî;

Tişta ku ew kiriye Ew: Êş û Eşq û Dengê Wê... -Û perdeya dikê ku li hêwanê dinavbere;

Wateya şevê û nefesê: Hezkirin Hezkirin Hezkirin;

Temiya wê ya li jinekê, li keçekê, li zarokekê: Hez Bike!

***

Ez Edith Piaf! Ew jina şêt, dilodîn! Hatim û diçim. Li dû min 48 mûm.
Bi xatirê we perdeyên erxewanî, Parîs û heyv, kolanên tenha û lewlewa Pîafperestan. Bi xatirê te eşq, hezkirin, dengê min, pîano, berê êvaran, Ezîze Teresa, Îsayê zarok, zengilê dêran û Olympia û Olympia û Olympia..

Edith Piafa nexweş lê çik î can ku hê payiza paşîn a temen jî lê nedabû ber dêrî, 48 salên mişt (1915-1963) bi xweşî û nexweşiyan, bi berhem û skandalan li dû xwe hêla û xatir ji vê dinyalika gewrik xwest. 40 hezar hezkirên wê beşdarî li merasîma cenazeyê wê kirin.
            Îro navê kolana herî mezin a Bellevîlleyê, “Kolana Edith Piaf” e.  Ji her kafe û bar û kargehên wê, dengê Piafê hildibe.
            Balkêşiya Bellevîlleyê jî ne kêmî ya Piafê ye. Li Bellevîlleyê bi pirranî ji welatên parzemîna Afrîkayê û welatên rohilat, zêde zêde penaber dijîn. Û tê gotin ku li Bellevîlleyê, ji ziman û diyalektên netewe, etnîsîte û kom û qebîleyên cur be cur, bi nêzî 140 zimanî têt axaftin!


Têbinî:
1, spasiyeke jidil ji vir û Parîsê, ji bo Elîfê, “Xweha Edîth Pîafê!” ku hin agahiyên hêja derbarê Edît Pîafê de dane min.

2, ev nivîs di Diyarname.com'ê û hem di pirtûka Dehsaliya Diyarnameyê de weşiyaye.
             





Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire