vendredi 11 mai 2018

ji Îlhan Berk du helbest-2

mêrikê ku ber û berê keviya tavîn dimeşe

peyayek ber û berê keviya tavîn dimeşe 
siyê girtiye bi dêst, pev re ne
asîman vikîvala

jin diborin, di dest wan de fîleyên firingî, îsot û xiyaran 
mêşhingivan, kevzê û deryayeke mîna siniyê dane dû wan û tên

- dibêjin zivistanê daye ber dêrî
hem îsal bîhok jî zû zer bûn
dibêjin ku bîhok zû zer bibin
wê zivistan jî dirêj bike!

ew nabihîze
li derî tiştên ku têne gotin, hişkehişk girtiye bi destê siya xwe
û dimeşe kevî û kevî

poz/çiya


asîman dadikeve li poz/çiyê?
siya balindeyên bejî didê
ez î ku birîndar im, ez î ku ‘ebaboz im
mîna defterên ku ketine darê dikanan im

rûyê te zelal e mîna avê
tenik e mîna kaxizên ku hez dikim jê
û car bi car dikeve navbera min û poz/çiyê

a wê çaxê
bêhna gihayek şîn î teze dipere ji me
ber bi dinê’v

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire