samedi 9 juin 2018

çend ta û derziyek li ser Roja Zimên



bîreweriya îro, bi Baba Tahirê Uryan dest pê kir.

Baba Tahir “bismillah”a kurdî ye;


min îman pê anî.

eşqa “helbest”ê û kurdî, j’nav du lêvên ‘Elî Herîrî çirûsk veda.

Feqiyê Teyran, ji bilî kurdan xelk jê re heyran!

helbestê, yekem carê bi devê Melayê Cizîrî, bi kurdî go;

ya Xweda!

wiha dest pê kir, çîroka kurdî û Xwedê -ya nivîskî!

Çend sedsal bere, Baba Xanî go;
“...me jî hebûya Xwedanek.../
...da xelk nebêjin Ekrad bêbinyad in...”

lêwbelê, “Ekrad” hê jî avê dikolin, bê didin hev, û sebrê serrad dikin!

“Hawara Mîr Celadet” di kerrika guhê “Ekrad” de maye asê -ne diçe, ne tê!

herî dawiyê, Cegerxwîn bi dengekî dawidî, go;

Kî 
ne EM?


lê “Ekrad” hê biryar nedaye! 

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire