samedi 5 mai 2018

ji Îlhan Berk du helbest-1

nêrîn evîn e

wilo bimîne evîna min, wilo bimîne
û hew li min binêre, nêrîn evîn e!


“va min xwe tazî kir, da ku ji te re bibe rê!”

wilo şilfîtazî, wilo can û can
berde!
bila oxma min li gewdeyê te bike geryan
zelal e evîn, ew şeytanê naîf
çavên te, memikên te yên tazî, lêvên te
a wilo, wilo wer bikeve ber min
û paşê jî min maçî bike
mesekin, carek dî, carek dîtir min maçî bike
evîn rêwîtiyek wilo dûr î dirêj divê
û min bikişîne paşê jî, hê bêtir ber bi xwe ve
bikişîne ku bizanbim tu ya min î
a wilo, wilo ran li ranê!


serdanek bo delaliya helbestkarekî mirî
 
“dest diavêjim ku kaxiz in, pirtûk in, got
di hinan de helbestek temambûyî,
hin jê jî nîvçemayî
ma jixwe her tişt ne di helbestê de veşirtî bû?
asîmanek li helbestê dihingurî
kuçeyek di helbestan de diçû dihat
em wilo dihedirîn.”


dengê wê, weku pirr ji dûr ve bê, betilî
çû hat li odeyên xalî

paşê şanî min da pirtûka li ser masê vekirîmayî
ku cara dawîn pê bibûn destên mirî

“a li vir rûniştibû, ev pirtûk dixwend
paşê me dît pirtûk ji dêst ket û hew!”

wilo got û bi destên xwe rûyê xwe girt

weku dilgiran bibe ji cîguherîna ‘ewrekî


werger; yeqîn h.

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire