“ ’Ezîze Teresa, Îsayê zarok: Terka min mekin,
terka min mekin!.
Hêzê bidin min, dixwazim hê hebim, hê û hêtir bijîm; naxwazim kor bibim, dixwazim birevim, birevim...wekî berê!.”
Hêzê bidin min, dixwazim hê hebim, hê û hêtir bijîm; naxwazim kor bibim, dixwazim birevim, birevim...wekî berê!.”
Edith Giovanna Gassion; ango jiyaneke bi
bûhran, hinekî Fransaya kaotîk, hinekî romans, û dengekî dinyayî li kolanên
Bellevîlleyê, li Parîsê. Keçeke sinoq î ji rehm û dilhebîniya dê û bav yekcar
bêpar. Li xewleyên jiyanê bêperwaz û parastin. Mezinbûneke bixweber î bêhemd, û
derbideriyeke li navê -ku di her jena dil de, wateya tenahiyê ne kêmî ya mirinê
ye li ba-la wê.