samedi 21 avril 2018

li çepê Çinarê, li rastê Bîşengê

    
reng e qiseta ku min î qest e,
neşibe pelepela berî nimêjê ya li ser lêvên ciya min;
axir wê pelepelê û wan lêvan, bihurr bi hev qam kirine!


lê ya min no û ziravtir e, nola ta û derziyê.
erê, dawî tibabekî dûr e lê.
lê qe nebe a niha, û vê gavê,
hacet bi gotin û vegotinek ku dişibe "çîrokên şevên dûdirêj"      nîne.
min dil heye, li vir,
du pêg û nîvan virdetirî ciya xwe ya ku piştî havînê,
dest pê kiriye îcar ji payizê re diçe qametê;
li çepê Çinarê, li rastê Bîşengê, ji qewlê Baba Şakiro ve,
“çûyin”ê li tarîfê bixim:
“çûyin, dirêjtir e j'her bejnê...”
 
divê ez vê, xitim bikim.. 
erê...

têbinî: ev nivîs 'ewil di Diyarname.com ê de weşiyaye.

Aucun commentaire:

Enregistrer un commentaire